Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 118 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha milyonek û 118 hezar û 321 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 118 hezar û 321 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 40 milyon û 280 hezar û 240 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 224 hezar kesî.(ÎLKHA)