Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 24 hezar û 2 kesî
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 14 hezar û 922 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 14 hezar kes li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 384 hezar û 233 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 279 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 24 hezar û 2 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)