Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 39 milyon û 593 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 39 milyon û 593 hezar û 953 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 109 hezar û 252 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 8 milyon û 288 hezar û 278 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)