Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 23 hezar û 723 kesî
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 15 hezar û 150 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 15 hezar kes li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 369 hezar û 313 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 232 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 23 hezar û 723 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)