Li Herêma Kurdistanê 28 kesê din ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 974 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 28 kesê din ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 2088 kesî; her wisa bi pêketina 974 kesî hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 59 hezar û 251 kesî.(ÎLKHA)