• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Îngîlterê civiya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îngîlterê, rewşa Iraqê bi giştî û dijwariya rewşa aborî bi taybetî û çawayiya derbaskirina wê, guftûgoya Hewlêr – Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan, metirsiyên terorê û erkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê guftûgo kirin.

Her du alî xwesta berdewam ya hevkarî û hevbeşiya di navbera wan û pêşxistina peywendiyan bi taybetî li warê aboriyê da dûpat kir.

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir; Îngîltere civaka navdewletî dikarin ji bo aramî û avakirina sazî û damezraweyan, hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin.

Balyozê Îngîlterê xweşhaliya xwe û piştgîriya welatê xwe ji bo hengavan û berev pêşveçûna guftûgoya di navbera Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan derbirî û hêvî xwest her du alî ji bo tevahiya kêşeyên xwe bigihin çareseriyê. Serok

Barzanî jî çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda û tevahiya kêşeyên navxweya Iraqê bi kilîla aramiya welat da zanîn.

Pêşhatên dawî yên belavbûna pejika Kovid- 19 û encamên wê û çawayiya rûbirûbûna wê, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û welatên cîran û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngbûn, beşeke dinê civînê bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir