HRW: Êrîşên Rûsya û Sûrîyê yên li Îdlîbê sûcê şer in
Rêxistina Şopandina Mafên Însanan bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew êrîşên ku ji teref Rûsya û rejîma Sûrîyê ve li Îdlîbê tên kirin sûcê şer in.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di êrîşên ku di navbera nîsana 2019an û Adara 2020an de ji teref Sûrîye û Rûsyayê ve li Îdlîbê hatin kirin de bi sedan sîwîl hatin kuştin û milyonek û 400 hezar însan jî ji cihê xwe bû.
Di raporta bi navê “Li Îdîbê Hedefgirtina Jiyanê” ya ku ji teref sazîyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, di êrîşan de mekteb, nexweşxane, sûk û wargehên sîwîlan bi qestî tên hedefgirtin.(ÎLKHA)