Erdogan û Putîn hevdîtin kirin
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li ser telefonê hevdîtinek kirin.
Di hevdîtina ku hat kirin de pêwendîyên dualî û mijarên mîna turîzm, enerjî, ragihandin û aborîyê hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku ew ê li dijî coronavîrusê micadeleyeke hevpar bidin.
Her wisa her du serokan di warê geşedanên li Lîbyayê û Behra Spî de fikr û ramanên xwe anîn zimên û lihev kirin ku di vî warî de hevkarîyê bikin.
Di hevdîtinê de şer û pevçûna di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de jî hat nirxandin.(ÎLKHA)