Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 38 milyon û 752 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
![Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 38 milyon û 752 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/a1YFo3ue1iZNutuaOY5FsPil-Cw=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/42/li-cihane-hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketin-derket-li-ser-38-milyon-u-752-hezari-9416cbea.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 38 milyon û 752 hezar û 973 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 96 hezar û 962 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 8 milyon û 150 hezar û 43 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)