Li Îngîlterê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 143 kesên din jî mirin
Di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 143 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 43 hezar û 18 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 143 kesên din jî mirin û 17 hezar Û 234 kes jî bir vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 634 hezar û 920 kesî.(ÎLKHA)