Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 62 kes canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 62 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hezar û 632 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 114 hezar 992 testên ku hatin kirin de bi hezar û 632 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 62 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 8 hezar 957 kesî.( ÎLKHA)