• DOLAR 32.831
  • EURO 35.169
  • ALTIN 2449.57
  • ...
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Mîrê Kuweytê civiya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dûbare bi navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pirse û serxweşiyê li Mîr û gel û Hikûmeta Kuweytê kir û hevxemî û hevsoziya xwe û gelê Kurdistanê ji bo ji destdana Mîrê berê yê Kuweytê derbirî.

Barzanî her wiha pîrozbahiya destbikarbûnê li Mîrê nû kir û hêviya serkeftinê ji bo wî bi xwe û pêşketina Kuweytê xwest.

Mîrê Kuweytê jî spasî hevsozî û serdana birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de her du alî peywendiyên Herêma Kurdistan û Kuweytê guftûgo kirin û tekez li ser pêşxistina li hemû waran da kirin. Barzanî, spasî piştgîrî û hevkariyên miroviyên Kuweytê yên ji bo Herêma Kurdistanê kir bi taybetî jî yarmetiyên ji bo penaberên Sûriye û koçberên Iraq li Herêma Kurdistanê, her wiha spasî rol û kar û çalakiyên Konsolxaneya giştî ya Kuweyt li Herêma Kurdistanê kirin.

Nirxandina çend pirseke ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, aliyeke dinê civînê bû ku şandeke li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî têda amade bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir