Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 28 milyon û 853 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 28 milyon û 853 hezar û 981 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 6 milyon û 301 hezar û 927 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 90 hezar û 921 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 38 milyon û 370 hezar û 434 kesan.(ÎLKHA)