Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 29 hezar û 70 kesî
Li Îranê 24 seatên dawî de 254 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 254 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 29 hezar û 70 kesî.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 29 hezar û 70Î û bi pêketina 4 hezar û 108 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 508 hezar û 289 kesî.
Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.
Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 254 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 29 hezar û 70 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 508 hezar û 289 kesî.”(ÎLKHA)