Otobusa rêwîyan û TIR lihev qelibîn
Li navçeya Sêwêreka Rihayê TIRek û otobuseke rêwîyan a ku tê de 40 kes hebû lihev qelibîn
Qeza li ser 15emîn kîlometreya Rêbeja Sêwêrekê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a plaqeya 21 AAK a ku ji Diyarbekirê ber bi Stenbolê diçû û TIRa bi plaqeya 34 VH 3944 a ku ji miqabil dihat lihev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek birîndar bû. Kesê birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)