Li Tacikistanê hilbijartina serokomartîyê bi dawî bû
Doh bi dengdayîna ku hat kirin hilbijartina serokomartîyê bi dawî. Piştî dengdayînê jimartina dengan dest pê kir.
Ji bo hilbijartinan li tevahîya welêt tevde 3 hezar û 496 sindoq hatin danîn û welatîyên Tacîk ên li derveyî welêt jî li temsîlkarîyên dîplomatîk ên li derveyî welêt deng dan.
Ji 4 milyon û 943 hezar û 289 hilbijêrî tevde 3 milyon 495 hezar û 215 hilbijêr çûn li ser sindoqan û deng dan.
Tevde 5 namzed ji bo serokomartîyê ketin pêşbirkê û dê kesê were serî 7 salan bibe serokomar.(ÎLKHA)