Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 27 milyon û 832 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 27 milyon û 832 hezar û 665 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 5 milyon û 52 hezar û 287 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 71 hezar û 85 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 37 milyon û 45 hezar û 376 kesan.(ÎLKHA)