• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Mesûd Barzanî li ser rêkeftina Şingalê peyamek belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di peyama ku belav kir de ji ber rêkeftina Şengalê kêfxweşîyên xwe anî zimên û balan kişand li ser aramî û asayîkirina ku tê xwestin li Şingalê bê tesîskirin.

Temamê metna peyama ku ji teref Barzanî ve hat belavkirin:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêkeftina di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê hengaveke erênî û rêyeke raste. Destxweşiyê li her du Hikûmetên Federaliya Iraqê û Herêma Kurdistanê dikim ji bo wê rêkeftina ku dibê sedema asayîkirina jiyana welatiyên li wan navçeyan û kêmkirina êş û azarên xûşk û birayên Êzdî û vegerandina wê xelkê ku ji ber rewşa çend salên derbasbûyî û êrîşên terorîstan tûşî êş û koçberiyê bibûn.

Hêvîdarim ev hengava girînga her du aliyan destpêkek jî bê ji bo çareserkirina hemû kêşe û giriftên di navbera Hewlêr û Bexdayê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir