Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 36 milyon û 656 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 36 milyon û 656 hezar û 606 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 64 hezar û 537 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 7 milyon û 813 hezar û 285 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)