Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 27 milyon û 569 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 27 milyon û 569 hezar û 987 kesî.
![Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 27 milyon û 569 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/iwbBDnW5_etclx9voSGQ80e8Kik=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/41/hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketibun-u-bas-bun-derket-li-ser-27-milyon-u-569-hezari-7f7b00a1.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 5 milyon û 8 hezar û 791 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 64 hezar û 537 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 36 milyon û 656 hezar û 606 kesan.(ÎLKHA)