Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa kir
İro li Selaheddîn Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Olivier Decottignies Konsulê Giştî yê Fransayê li bajarê Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de derbarê rewşa niha û guhertinên siyasî yên dawî yên li ser asta navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha ronahî hat xistin li ser wan êrîşên emnî û gefên ku li ber proseya siyasiya Iraqê da hene.
Di beşeke dinê vê hevdîtinê de Konsulê Fransa li Hewlêr ji bilî tekezkirina li ser dostayetî û peywendiya du alî, piştevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.(ÎLKHA)