Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 27 milyon û 194 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 27 milyon û 194 hezar û 245 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 4 milyon û 936 hezar û 855 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 55 hezar û 998 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 36 milyon û 125 hezar û 202 kesan.(ÎLKHA)