Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 36 milyon û 125 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
![Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 36 milyon û 125 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/mv8izsl0GfTXFTUdA7ZmcRThHv0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/41/li-cihane-hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketin-derket-li-ser-36-milyon-u-125-hezari-c34b6884.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 36 milyon û 125 hezar û 202 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 55 hezar û 998 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 7 milyon û 726 hezar û 175 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)