Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 26 milyon û 870 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 26 milyon û 870 hezar û 533 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 4 milyon û 895 hezar û 78 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 45 hezar û 953 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 35 milyon û 701 hezar û 674 kesan.(ÎLKHA)