Îranê seferên xwe yên Iraqê da rawestandin
Hat ragihandin Îranê seferên xwe yên balafirê yên Iraqê da rawestandin û nediyar e ku ew ê sefer çi wextî cardin dest pê bikin.
Serokê Sazîya Asîmanîya Sîwîl ê Îranê Erec Dehaknî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Dehkanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Biryar hat dayîn ku seferên Iraqê ji 4ê Cotmehê pêve bên rawestandin. Nediyar e ku sefer cardin dê kengî dest pê bikin.”
Berî niha Wezareta Ragihandinê ya Iraqê jî ji ber Coronavîrusê biryareke bi heman awayî dabû û temamê seferên Îranê dabû rawestandin.(ÎLKHA)