Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 26 milyon û 623 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 26 milyon û 623 hezar û 375 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 4 milyon û 849 hezar û 38 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 41 hezar û 823 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 35 milyon û 398 hezar û 976 kesan.(ÎLKHA)