Mehmet Firinciyê ku telebeyê Seîdê Nûrsî bû hat definkirin
Serokê Weqfa Nûr û Weqfa Çand û Ilmê ya Stenbolê Mehmet Firinci piştî nimêja cinazê ya ku li Mizgefta Eyup Sultan hat edakirin re hat definkirin.
Mehmet Firinciyê ku ji telebeyên Seîdê Nûrsî bû doh derdora seat 10.40î de di 92 salîya xwe de çû rehma Xwedê.
Nimêja cinazê ya Mehmet Xoca li Mizgefta Eyup Sultanê hat edakirin. Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş nimêja cinazê da kirin û dû re derheqê wî de axavtinek kir.
Piştî axavtina ku hat kirin re cinazeya Mehmet Firinci li Mizgefta Eyup Sultanê hat definkirin.(ÎLKHA)