• DOLAR 34.547
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3005.461
  • ...
Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 26 hezar û 957 kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 211 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 26 hezar û 957 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 26 hezar û 957an û bi pêketina 3 hezar û 653 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 471  hezar û 772 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 211 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 26 hezar û 957 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  471  hezar û  772  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir