• DOLAR 32.469
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2445.527
  • ...
Ji teref HUDA PARê ve “Sempozyuma 2yemîn a Selahaddîn Eyyûbî” hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji nava welêt û ji derveyî welêt gelek alim, siyasetmedar, akademîsyen û zanyar beşdarî  sempozyuma ku îsal duyemîna wê hat tertîpkirin bûn.

Sempozyum bi axavtina destpêkê ya Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam dest pê kir. Dû re alim û akademîsyenên ku ji Filistîn, Îran, Surîye, Iraq, Efxanistan, Morîtanya, Misir, Libnan û welatên din  beşdarî sempozyumê bûn derbarê mijarê de axavtin û nirxandinên muhîm kirin.

“Em ê micadeleya Selahaddîn Eyyûbî û doza Qudsê tu carî nedin jibîrkirin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di axavtina ku kir de destnîşan kir: “Divê jiyana Selahaddîn Eyyûbî  û tecrubeya wî bê hînbûn; lewra ev yek di rêya azadkirina Qudsê de gaveke muhîm e. Qudsê ji bo alema Îslamê parçeyeke axê ya rêzê nîne. Ji teref Rebbê aleman ve ‘derdora wê hatiye mibarekkirin.’ Divê bê zanîn ku Beytul Maqdîs meseleya hevpar a Ummetê ye. Dema ku mesele Quds be Ummet dev ji îxtîlafan berdide û dibe yek û problemên di nav wan de çi qas mezin bin ferq nake dev ji temaman berdidin û ji bo rizgarkirin aQudsê hewl didin. Divê me weke Selahaddînê Eyyûbî bikin; lewra ew berî vê 833 salan micadele da û tefrîqa û cudahîyên di nav ummetê de ji holê rakir û temamê Mislimanan di bin heman alê de civand da ku Quds azad bibe.”

Beşdarvanên din ên ku ji nava welêt û ji derveyî welêt beşdarî sempozyumê bûn wisa gotin:

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan:“ Temamê Mislimanan wezîfedar in ku xwedî li Qudsê derkevin û hurmeta wê muhafeze bikin.”

Îmam Xatîbê Mescîda Eqsayê Şêx Îkîrîme Sabrî: “Em dikarin ji jiyana Selahaddîn gelek ders û ibretan bistînin. Ew êvaran xwendina Qur’anê û kirina nimêjê tewsîyeyî leşkerên xwe dikir.Êvaran derdiket û di nav konan de digerîya. Dema ku ji konekî dengê xwendina Qur’anê nedibihîst digot ‘vaye sedema mexlûbbûnê ev e. Ew dawî li wan îxtîlafên di nav Mislimanan de anî û di nav wan de tifaqê saz kir.”

Endamê Şaxa Siyasî yê HAMASê Ebû Merzûq: “Tiştê ku bû wesîle Selahaddîn bi ser bikeve tifaq û wehdeta di nav Mislimanan de bû. Ew ji bo tifaqa di nav ummetê de gelek zêde xebitî.”

Muhammed El-Hîndîyê Rayedarê Cîhada Îslamî: “Selahaddîn Eyyûnbî her tim Mislimanan dianî ba hev û di nav wan de yekîtî saz dikir.”

Elî Muhyîddîn el-Qaradaxîyê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê: “Ger em bikevin li pey wan sebebên ku Selahaddîn birine zaferê em ê jî wê demê muzaffer bibin.”

Dr. Muhammed Saîd Bahê Senegalî: “ Selahaddîn di nav Mislimanan de harekata islahê da destpêkirin û li dijî xaçperestan hêz û leşker amade kir. Bi rastî jî di vî warî de ji me re bû mînak.”

Prof. Dr. Îmaduddîn Xelîlê Iraqî: “Divê em jî weke Selahaddîn Eyyûbî Qudsê fetih bikin.”

Dr. Evdilqadir Turan: “Şêwaza micadeleya Selahaddîn  rê nîşanî me dide.”

Dr. Hafız el-Karmîyê ku ji Îngîlterê beşdarî sempozyumê bû: “Alim him Selahaddîn teşwîqî cîhadê dikirin û him jî ew bi xwe beşdarî cîhadê dibûn û şer dikirin.”

Serokê Partîya Gelecek Ahmet Davutoglu: “Divê em bibin xwedîyê exlaqa Selahaddîn. Ew ji bo Rojhilata Navîn a ku bûye piçk û parî derman û şifa ye.”

Serokê Giştî yê Partîya Saadet Temel Karamollaoglu: “Zilma ku niha li Filistînê tê kirin li tu derê cîhanê tune ye.”(ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir