Di bergeha lêpirsîna bûyerên 6-8ê Cotmehê de 17 kes hatin tewqîfkirin
Ji 20 kesên ku di bergeha lêpirsîna bûyerên 6-8ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin tevde 17 kes hatin tewqîfkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 17 kesên bi navê Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Dilek Yağlı, Günay Kubilay, Zeki Çelik, Ali Ürküt, Pervin Oduncu, Alp Altınörs, Berfin Özgü Köse, Cihan Erdal, Ayhan Bilgen û İsmail Şengün hatin tewqîfkirin û 3 kesên bi navê Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya û Altan Tan jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.(ÎLKHA)