Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 20 hezar û 891 kesî
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 8 hezar û 945 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Dı 2 rojên dawî zêdetirî 8 hezar kes li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 185 hezar û 231 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 169 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 20 hezar û 891 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)