Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 25 milyon û 674 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 25 milyon û 674 hezar û 935 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 4 milyon û 736 hezar û 621 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 27 hezar û 654 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 34 milyon û 484 hezar û 463 kesan.(ÎLKHA)