• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Mûşek hat avêtin baregaha Amerîka ya li Hewlêrê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Operasyonên Hevpar a Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; mûşekên ku bi kamyonekê dihatin veguhastin ji teref komekî ve hatine avêtin balafirgehê.

Li gorî agahîyên ku hatine belavkirin êrîş ji gundê Tercelleya li herêma Hemdanîyê hatiye lidarxistin û kamyona ku di êrîşê de hatiye bikaranîn şewitîye.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê ve jî daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê  mijarê de hat diyarkirin: “Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin da ku gavên pêwîst bavêje. Êrîş doh êvarî derdora seat heşt û nîvan de hat lidarxistin.”

Tê diyarkirin êrîş ji teref Haşdî Şabî ve hatiye lidarxistin û hedefa êrîşê baregaha Amerîka ya leşkerî ye.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir