Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 25 milyon û 437 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 25 milyon û 437 hezar û 901 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 4 milyon û 700 hezar û 746 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 18 hezar û 899 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 34 milyon û 170 hezar û 335 kesan.(ÎLKHA)