Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê peyama sersaxîyê weşand
Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Mîrê Kuweytê peyama sersaxîyê weşand.
![Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê peyama sersaxîyê weşand](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/VTecD4q7cATYqhfJ7AorsnnquQg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/40/mesud-barzani-ji-bo-koca-dawi-ya-mire-kuweyte-peyama-sersaxiye-wesand-1b94654d.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Barzanî di peyama ku belav kir de destnîşan kir: “Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Mîrê Dewleta Kuweytê (Şêx Sebah Ehmed El Cabir El Sebah) gihîşt min. Bi vê helkefta xemgîn pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata Mîrê birêz û gel û Hikûmeta Kuweytê dikim.Xwedê jêrazî mînakeke bihayê bilindê mirovdostiyê bû, li serdema wî da jî peywendiyên di navbera Kuweyt û Herêma Kurdistanê berfirehtir bûn.Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û aramî û hedarê jî bi hemû aliyek bibexşê. Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin Xweda.”(ÎLKHA)