• DOLAR 32.665
  • EURO 35.388
  • ALTIN 2474.991
  • ...
Hefteya were Mesrûr Barzanî dê biçe Parlamentoya Kurdistanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muna Qehweçî  her wisa destnîşan kir: “Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gorî madeya 66 daxwaz kiriye ku di civîneke Parlamentoya Kurdistanê de amade bibe û tê de biaxîve. Emê wek serokatiya parlamentoyê jî hefteya bê emê rojekê diyar bikin ji bo wê civînê.Serokê Hikûmeta Kurdistanê dê ji bo gotûbêjkirina 3 pirsan were parlamentoyê, ew jî rewşa Kurdistanê ji ber nexweşiya Koronayê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û proseya çaksaziyê. Mesrûr Barzanî dê di rûniştina Parlamentoyê de amade bibe û gotinekê pêşkêş bike û di rûniştinê de herwiha gotûbêj werin kirin. Parlemanter jî dê karibin di wan hersê mijaran de gotûbêjan bikin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir