Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 20 hezar û 545 kesî
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 6 hezar û 595 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Dı 2 rojên dawî zêdetirî 8 hezar kes li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 167 hezar û 805 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 160 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 20 hezar û 545 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)