Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 25 milyon û 148 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 25 milyon û 148 hezar û 403 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 4 milyon û 648 hezar û 683 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 12 hezar û 659 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 33 milyon û 844 hezar û 178 kesan.(ÎLKHA)