• DOLAR 34.663
  • EURO 36.361
  • ALTIN 2930.09
  • ...
Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê civiya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di civînê de sîstem û desthilata dadwerîya Iraqê û kar û erkê Encumena Bilinda Dadwerî û Dadgeha Federalî û hevkarî û hemahengiya di navbera Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê û Encumena Bilinda Dadweriya Iraqê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser parastina serbixweyî ya desthilata dadwerî û têkilnekirina li gel siyasetê kirin û hevrê bûn ku hevkarî û hehahengiya di navbera desthilata dadwerî li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi ber çav girtina taybetmendiya Herêma Kurdistanê pêwîste û pesnê hevkarî û hemahengiya di navbera Encumena Bilinda Dadweriya Iraq û Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê kirin.

Di beşeke dinê civînê de ku birêzan Serokê Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dad amade bûn, babeta pêkhate û kar û erkê dadgeha federalî û mekanîzma temamkirina endamên wê û çawayiya destnîşankirina wan ya li gor rêkarên wê yên destûrî xistin ber behs û tekez li ser girîngî û pêwîstiya hemahengiya di navbera aliyên peywendîdarên ji bo vê mebestê kirin.

Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên peywendîdarên desthilata dadweriya li Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û hêvî xwest li babeta xulên fêrkirin û rahênanê da hevkariya desthilata dadweriya Iraqê ya Herêma Kurdistanê berdewam be.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir