Li Efxanistanê teqîn: 11 sîwîl mirin
Li parêzgeha Daykundîya Efxanistanê di dema derbasbûna wesayîtekê de teqîn pêk hat.
Şefê polêsan ê parêzgeha Daykundîyê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di dema derbasbûna wesayîtekê de bombeyeke teqîye, di encama teqîna ku pêk hat de 11 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Hêj tu kes êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)