Di keştîya ku ji Amerîkaya Başûr hat de 5 kîlo kokaîn hat bidestxistin
Di koordînasyona ekîbên Muhafaza Gumrukê ya Wezareta Ticaretê de li nêzî Îskenderunê di keştîyekê de 5 kîlo kokaîn hat bidestxistin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Ticaretê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di keştîya ku ji Amerîkaya Başûr hat Îskenderunê de di nirxa 3 milyon û 750 hezar TLyan de 5 kîlo kokaîn hat bidestxistin.
Lêpirsîna ku derbarê mijarê de hat destpêkirin berdewam dike.(ÎLKHA)