Li Herêma Kurdistanê 33 kesê din ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 520 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 33 kesê din ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 1650 kesî; her wisa bi pêketina 520 kesî hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 45 hezar û 215 kesî.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin heta niha 28 hezar û 938 kesên ku bi vîrusê ketine baş bûn.(ÎLKHA)