Li Ukraynayê balafira leşkerî ket xwarê: 22 mirî
Li herêma Harkova Ukraynayê balafireke leşkerî ket xwarê, di encama bûyera ku pêk hat de 22 kes mirin.
Derbarê mijarê de ji teref Serwîsa Acîl a Ukraynayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li herêma Harkova Ukraynayê balafireke leşkerî ya bi tîpa AN-26 ket xwarê, di encama bûyera ku pêk hat de 22 kes mirin, 2 kes birîndar bûn û 4 kesên winda jî tên lêgerîn.(ÎLKHA)