Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 32 milyon û 793 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 32 milyon û 793 hezar û 219 kes bi vîrusê ketin û 993 hezar kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 7 milyon û 244 hezar û 184 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)