Li Îranê di mezinahîya 5.2yan de erdhej
Li parêzgeha Gulistana Îranê di mezinahîya 5.2yan de erdhejek pêk hat.
Derbarê mijarê de ji teref Navenda Sîsmolojîyê ya Zanîngeha Tahranê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin li parêzgeha Gulistana Îranê derdora seat 09.16am de di mezinahîya 5.2yan de erdhejek pêk hat.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin erdhej 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat.(ÎLKHA)