Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 987 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 987 hezar kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 987 hezar kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 32 milyon û 413 hezar û 887 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 207 hezar kesî.(ÎLKHA)