Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Almanya kir
Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Klemens Semtner Konsolê Giştî yê Almanya yê li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, rûbirûbûna pejika virusa Korona, şerê dijî “terorê” û erkê hêzên Almanî li Herêma Kurdistanê li çarçoweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îşê nirxandin û derbarê hilbijartinên pêşwext ya nû ya Iraqê û hengavên dawî yên guftûgoya Hewlêr – Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan de, danustandina bîr û ramanan hatin kirin.(ÎLKHA)