Li Malîyê êrîş li leşkeran hat kirin: 3 mirî
Di encama êrîşa çekdarî ya ku li Malîyê li leşkeran hat kirin de 3 leşker canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Malîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama êrîşa çekdarî ya ku li bajaroka Moptîya Malîyê li leşkeran hat kirin de 3 leşker canê xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn.(ÎLKHA)