Li Nîjeryayê qeza: 23 kes canê xwe ji dest dan
Li Nîjeryayê tankêra sotemenîyê li çend wesayîtan qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 23 kes canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêma Feleleya girêdayê parêzgeha Kogîya Nîjeryayê tankereke sotemenîyê ji kontrolê derket û li çend wesayîtan qelibî û şewat derket. Di encama qezaya ku pêk hat de 23 kes canê xwe ji dest dan.
Rayedar destnîşan dikin dibe ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)