Li Herêma Kurdistanê 19 kesê din ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
![Li Herêma Kurdistanê 19 kesê din ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/7fQDMheKxw4nQzaPwNBQMjVAC0U=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/39/li-herema-kurdistane-19-kese-din-ji-coronaviruse-cane-xwe-ji-dest-dan-d9826c79.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 955 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 19 kesê din ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 1572 kesî; her wisa bi pêketina 955 kesî hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 43 hezar û 323 kesî.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin heta niha 27 hezar û 698 kesên ku bi vîrusê ketine baş bûn.(ÎLKHA)